Malîkî behsa Serok Barzanî û serkeftina berbijarê PDKê dike
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî bi Berbijarê PDKê yê bo posta Serokomariya Iraqî re civiya û ragihand, Serok Barzanî piştevaniyê lê dike û dilniya ne dê biser bikeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî bi Berbijarê PDKê yê bo posta Serokomariya Iraqî re civiya û ragihand, Serok Barzanî piştevaniyê lê dike û dilniya ne dê biser bikeve.
Piştî civîna bi Berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo Serokomariya Iraqê Fûad Husên re, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî ji K24ê re ragihand, dîtina hewlwesta şanda PDKê ji me re aşkere bû û bi me baş e berbijarekî Kurd yê bihêz li Bexdayê hebe.
Nûrî Malîkî got jî, baş e ku hemû fraksiyonên Kurd yên li Bexdayê berî civîna hilbijartina berbijarê Serokomariya Iraqê bicivin û yek kesî di nava xwe de hilbijêrin, ta yek berbijêr ji wê postê re hebe.
Îro şandeke PDKê bi çend aliyên Iraqî re civiya û di wê derbarê de Berpirsê Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê Şiwan Mihemed Taha aşkere kir, civîna wan berderam dibin û her îro jî serdana çend aliyên din dikin.
Ronî kir jî, bi sedema pêgeha bihêz a PDKê li Herêma Kurdistanê û li ser astê Iraqê ku partiya yekem e, beşek ji aliyan pêşwazî li berbijarê PDKê dikin û hinek jî dibîjin ku divê yek berbijarê Kurd hebe, ji bo di dahatûyê de ti girft bi aliyên din re çê nebe.
S. B