Trump spasiya Îran û Sûriyê dike
Di pêşhateke ku kêm dibe, Serokê Amerîka Donald Trump spasiya Îran, Sûriye, Tirkiye û Rûsyayê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di pêşhateke ku kêm dibe, Serokê Amerîka Donald Trump spasiya Îran, Sûriye, Tirkiye û Rûsyayê kir.
Di gotarekê de li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî de li New Yorkê, Serokê Amerîka Donald Trump spasiya Îran, Sûriye, Tirkiye û Rûsyayê ku rê nedan operasyona leşkerî li Idlibê bibe û daxwaza wî bicih anîn.
Herwiha Trump spasiya Enqerê kir, ku rêkeftina herêma “Bêçek” li Idlibê di navbera rêjîm û opozîsyonê de îmze kir.
Serokê Amerîka hêvî xwast jî, ku ew welat bikarin teroristên li Idlibê hene jinav bibin, bi merca ku operasyona leşkerî ya berfereh nekin.
Tekez kir jî: “Cîhan tev çavdêriya pêşhatên Idlibê dike.”
Di heman demê de jî Trump berpirsatî xiste ser Rûsyayê û Îranê, ku piştevaniya rêjîma Sûriyê di komkujiyê de dikin.
Hevdem jî, êrîşî ser Îranê kir û tometbar kir, ku wêranî û tundiyê li navçê belav dike.
Tekez kir jî, divê rê ji Îranê neye dayîn çekê atomî bidest bîne û rijdbûna xwe derbarê sepandina sizayan bi ser Îranê de derbirî.
S. B