Pisporekî Rûsî: Sûriye 3 perçe ne
“Şerê bê dawî: Kengî Amerîka dê ji Sûriyê derkeve” navnîşana gotareke Mikhail Khodaryonok e ku li rojnameya “gazeta ru” belav kir, tê de li ser cidîbûna vekişîne hêzê Amerîka ji Sûriyê rave dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
“Şerê bê dawî: Kengî Amerîka dê ji Sûriyê derkeve” navnîşana gotareke Mikhail Khodaryonok e ku li rojnameya “gazeta ru” belav kir, tê de li ser cidîbûna vekişîne hêzê Amerîka ji Sûriyê rave dike.
Di gotarê de hatiye “Şîwirmendê Serokê Amerîka John Bolton dibêje, Washington hêzên xwe ji Sûriyê venakişîne, heta hêzên Îranî ji wî welatî venekişin. Niha 2 hezar û 200 leşker û fermandarên Amerîkî li rojhilatê bakurê Sûriyê ne û tekez dikin ku ew tenê girîngiyê didin jinavbirina DAIŞê.”
Di wê derbarê de Şêwirmenda Rêvebirê Peymangeha Lêkolînên Stratejîk Yelena Sobunina ji “gazeta ru” dibêje, “Her fişara li ser Îranê zêde dibe, daxwaza Tehranê ya mana li hêzên xwe li Sûriyê û li herêmên din ên Rojhilata Navîn zêde dibe.”
Li gor Yelena Sobunina riftarên Amerîka li dijî hev in, ji aliyekî ve radigihîne ku ew girîngiyê dide lawazbûna Îranê li navçê, lê ji aliyekî din ve hemû kedan dike ku ew yek nebe. Ev yek tenê tê wê wateyê ku Amerîka naxwaze rewşa siyasî û leşkerî li Rojhilata Navîn aram bibe, belkû dixwaze nakokiyên leşkerî yên nû rû bidin.”
Ji aliyekî din ve, Lêkolînerê di Navenda Lêkolînîn Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk Vladimir Sakin dibêje: “Tiştê li Sûriyê heye, bi kirdarî hatiye perçekirin, herî kêm Sûriye bûye 3 beş.”
Li gor Vladimir Sakin, bakurê rojhilatê Sûriyê herêma hejmûna Amerîka, Idlibê herêma hejmûna Tirkiyê (tevî rêkeftina bi Rûsyayê re) û beşê din ên ji Sûriyê maye para Îran û Beşar Esed e. Her yek ji van welatan jî di demên nêzîk de dest ji herêmên xwe bernade.”
Li ser vekişîna hêzên Îranî ji Sûriyê, Vladimir Sakin dibêje, ew girêdayî bi bandora sizayên Amerîka yên li ser Îranê ve, ku tê pêşbînîkirin di 4ê Mijdara bê de dest bi qonaxa duyem bike. Ev siza dê bandorek mezin li abûriya Îranê bike û dê ziyaneke mezin bigîne wê, pirsa vekirî ya li vir dimîne ew e, ka Îran dê karibe parastina hêzên xwe yên derve bike?
S. B