Rojnameya Almanî -bi sernivîsa Kurdî!

Neues Deutschland (Almanya Nû), di manşet/sernivîsa xwe de bi Kurdî nivîsand: Ne bixêr tê Erdogan!

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Almanî ya çepgîr, ku xwe wekî rojnameyek sosyalîst binev dike – Neues Deutschland (Almanya Nû), di roja seredana Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan bo Almanyayê, bi manşet/sernivîs a Kurdî derket û hatina Erdogan bo Almanya rexne kir.

Neues Deutschland (Almanya Nû), di manşet/sernivîsa xwe de bi Kurdî nivîsand: Ne bixêr tê Erdogan!

Herweha di çendîn gotarên xwe de Neues Deutschland (Almanya Nû), rexne li seredana Erdogan kir û ew diktator û dijberê demokrasiyê binav kir.

Serokomarê Tirkiye Erdogan îro bi seredanekê gihişte Almanya û tê çaverêkirin, piştî demek dirêj a pêwendiyên xerab, têkiliyên her dû welatan bikevin rêyel asayîtir de.

 

C.B