Çawîşoglu: Trump li Rojhilata Navîn ne serkeftî ye
Hikûmeta Tirkiyê bang li Amerîkayê dike, divê dawî li biçekirina YPGê were anîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê bang li Amerîkayê dike, divê dawî li biçekirina YPGê were anîn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu ji medayaya Amerîkayê re nivîsand û rexne li Serokê Amerîkayê Donald Trump girt.
Çavuşoglu got, siyaseta Rojhilata Navîn a Trump ne serkeftî ye û divê siyaseta xwe biguherîne. Divê Amerîka êdî çekan nede YPGê û di navbera YPG û Tirkiyê de aliyê xwe diyar bike.
Wezîrê Tirkiyê herwiha di gotara xwe amaja bi wê yekê jî dike, ku ew hevpeymanê Kurdan e. Ew ne li dijî kurdan e, lê ew li dijî rêxistinên terorê ne.
S. B