Amerîka sepandina sizayên tund li ser Sûriyê gotûbêj dike

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey gefa sepandina sizayên tund “Stratejiya tenêhîştinê” li ser Sûriyê dixwe, heger Beşar Esed proseya siyasî û bidawîbûna şer li wî welatî asteng bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê  James Jeffrey gefa sepandina sizayên tund “Stratejiya tenêhîştinê” li ser Sûriyê dixwe, heger Beşar Esed proseya siyasî û bidawîbûna şer li wî welatî asteng bike.

Li gor ajansa “Reuters” James Jeffrey gotiye: Washington bi welatên Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn kar bo sepandina sizayên navdewletî yên tund li ser rêjîma Esed dike, heger hat û hikûmeta Esed xwe ji hevkariya nivsandina destûrê û çûna ber bi hilbijartinan ve vedize.

Herwiha dibêje: Heger rêjîm ew yek kir, dikarin heman sizayên ku berî sala 2015an li ser Îranê sepandine, li ser Sûriyê jî bisepînin.

Ew berpirsê Amerîkî diyar kir, heta ku Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve wan sizayên pesend nekir, emê wan di riya Yekîtiya Ewropî, hevpeymanên me yên Asyayî re bikin û jiyana wê rêjîmê xirabtir bikin û bihêlin Rûsya û Îran yên ew rewşa ajawa afirandine jî birevin.

Lê di baweriya wî de, rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li Sochiyê karî rê li ber êrîşa artêşa Sûriyê li ser Idlibê (dawî pêgeha çekdarên opozîsyon) bigire.

 

S. B