Tirkiyê bingehên PKK yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir
Arteşa Tirkiyê di demên dawî de bi rojane dijî bingehên PKKê operasyonên esmanî birêve dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Tirkiyê di demên dawî de bi rojane dijî bingehên PKKê operasyonên esmanî birêve dibe.
Serokerkaniya Tikriyê di derbarê operasyona dawî de ragihand ku firokeyên wan ên şerî bingehên PKKê yên li Metîna, Avaşîn û Basyanê ên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.
Li gor Serokerkaniya Tikriyê, di encamê de çend stargeh û sengerên PKKê hatine tinekirin û 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Di derbarê vê operasyonê de ji aliyê PKKê heta niha ti daxuyanî nehtiye dayîn.
S. B