Şanderê NY li Iraqê çavdêriya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike
Yan Kubish: Netewên Yekgirtî bizavan dike li gellek cihan çavdêriya piroseya dengdanê bike, lewra min cîgirê xwe şandiye bajarê Silêmaniyê, daku em li wê parêzgehê jî çavdêriyê bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanderê Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Iraqê Yan Kubish, li bajarê Hewlêrê ragihand, ku Netewên Yekgirtî ji nêzîkve çavdêriya hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike.
Yan Kubish di dema çavdêrîkirina piroseya dengdanê de li bajarê Hewlêrê got: Netewên Yekgirtî bizavan dike li gellek cihan çavdêriya piroseya dengdanê bike, lewra min cîgirê xwe şandiye bajarê Silêmaniyê, daku em li wê parêzgehê jî çavdêriyê bikin.
Got jî: Kêfxweş im ku gellek welatî beşdar dikin û heya niha ti kêşeyek çênebûye û em bi hêvî ne pirose serkevtî be.
Di van hilbijartinan de, 720 berbijar di nav 29 lîst û qewareyên siyasî de hene û li ser 111 kursiyên perleman rikberiyê dikin.
Pirose ji aliyê gellek ajansên cîhanî û medya Kurdistanî ve tê rûmalkirin û çavdêrên navdewletî û navxweyî û kunsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê çavdêriya piroseyê dikin.
N.O