Firokeyên şer ên Iraqê stargeheke DAIŞê li Diyaleyê wêran kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, firokeyên şer ên artêşa Iraqê du êrîşên asmanî birine ser stargeheke bermahiyên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyaleyê û ew der bi tevahî wêran kirine.
Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, êrîş li ser bingeha çavdêriyeke hûr a meydanî û zanyariyên hewalgiriyê yên ji bo şopandina terorîstan hatiye kirin.
Hate diyarkirin, firokeyên şer ên ji cureya F-16 bi hevahengiya ligel Navenda Çavdêrî û Hewalgiriya Asmanî ya li Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ev operasyon pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, firokeyan stargeheke bermahiyên DAIŞê li devera Narînê ya ser bi qada Fermandariya Operasyonên Diyaleyê bombebaran kiriye û di encamê de ew stargeh bi temamî hatiye jinavbirin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê tekez kir jî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo jinavbirina bermayiyên terorê û dabînkirina keşûhewayeke ewle û aram li tevahiya welêt, dê li ser lêdana derbên pêşwext li dijî terorîstan berdewam bin.