Projeya dualîkirina rêya Silêmanî-Raperînê 40% temam bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Karkirina li ser projeya stratîjî ya dualîkirina rêya navbera Parêzgeha Silêmaniyê û Îdareya Serbixwe ya Raperînê bi lez berdewam e û heta niha 40% ji karên wê hatine bidawîkirin. Di çarçoveya vê qonaxê de, 11 kîlometre ji rêya di navbera Bêstane û Xelekanê de hatine qîrkirin û li ber çûnûhatina şofêran hatiye vekirin, hevdem biryar e berî dawiya îsal 15 kîlometreyên dî jî bên temamkirin.

Li gorî zanyarên Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji çend aliyên cuda cuda ve karkirina li ser projeya dualîkirina rêya Parêzgeha Silêmaniyê û Îdareya Serbixwe ya Raperînê bi zêdeyî bi rê ve diçe, bi armanca wê yekê ku seranserî wê rêyê bi pîver û standardên modern bi temamî bê dualîkirin.

Di dema borî de, 11 kîlometreyên rêya di navbera her du deverên Bêstane û Xelekanê de bi temamî hat qîrkirin û li ber welatiyan hate vekirin, hevdem karkirin berdewam e heta ku berî bidawîkirina îsal 15 kîlometreyên dî yên rêya sinorê nahiya Xelekanê bê temamkirin.

Yek ji pişkên endazyarî yên serekî yên projeyê çêkirina pira Firîzeleyê, ku dirêjiya wê digihîje 380 metroyan û niha karkirin li ser qonaxa bicihanîna pêşketî ye, ku hêsankariyeka mezin bo tevgera timbêlan li wî sinorî çê dike.

Projeya dualîkirina rêya Silêmanî - Raperînê zêdetirî 840 hezar metreyên çargoşe yên qîrkirî vedigire, û bi rêya bikaranîna bi sedan amûrên giran û tevlîkirina destê karî yê xwecihî ve tê bicihanîn; bi temambûna tevahiya projeyê jî, astengiyên çûnûhatinê û rûdanên trafîkê di navbera parêzgeha Silêmaniyê û Îdareya Serbixwe ya Raperînê de bi awatekî berçav kêm dibin.