Bi sedema bizava sextekariyê eger heye hin bingehên Koya bêne çavdêrîkirin
Komisyona Bilind a Hilbijartinan: Egera wê yekê heye ku ew bingehên kêşe têde çêbûne, dengên wan neyên hejmartin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Rêveborê Giştî yê Fermangeha Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Hilbijartin û Raprisiyê li Herêma Kurdistanê Aram Necmedîn Biradostî, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku heya niha rêjeya beşdarîkirinê ne wekî pêwîst bû û li hin cihan hindik maye pirose ji bin kontrolê derkeve.
Aram Necmedîn Biradostî got: Em li ser hêlê ne li gel bingehan in ji bo ku pirose bibaşî birêve biçe û em ji fermanberên Komisyonê dixwazin ku biryar û rêkarên Komisyonê bicî bikin û rê nedin ku sextekarî bê kirin.
Derbarê hebûna kêşeyan li çend bingehên dengdanê li Koya, got: Di dengdana taybet de jî li Koya kêşe hebûn, Komisyon û Parêzgarê Hewlêrê li gel berpirsên navçeyê ketine gotûbêjan daku ew rewş bê rawestandin, heger na, egera wê yekê heye ku ew bingehên kêşe têde çêbûne, dengên wan neyên hejmartin yan jî ew bingeh bê hûrî bên çavdêrîkirin.
N.O