Kemal Kerkûkî: Xelk ji Kerkûkê tên veguhestin daku li Çemçemal deng bidin

Kemal Kerkûkî: Hîn jî çûnûhatin di navbera bajarên Kerkûk, Silêmaniyê û Çemçemal de ranewestiya ye, tevî ku Komisyonê çûnûhatina di nav bajaran de qedexe kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Berpirsê Encûmena serkirdatiya PDK li Kerkûk – Germyan Dr. Kemal Kerkukî, bizaveke sextekariyê eşkere kir û ragihand, ku hejmarên mezin ji welatiyên Kerkûkê, bi riya basan, ber bi Çemçemal ve hatine veguhestin daku deng li wî bajarî bidin.

Dr Kemal Kerkûkî ji Kurdistan24ê re got: Berûvajî rênmayên Komisyonê, hîn jî çûnûhatin di navbera bajarên Kerkûk, Silêmaniyê û Çemçemal de ranewestiya ye, tevî ku Komisyonê çûnûhatina di nav bajaran de qedexe kiriye.

Berî niha jî, berpirsê bingeha Tevgera Goran li bajarê Çemçemal Ferman Mecîd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku gellek serbaz bi nasname û regeznameyên sextet ji bo Çemçemal hatin veguhestin û bizava sextekariyê kirin.

Ferman Mecîd got jî: Bizavên ciddî ji bo sextekariyê hene û çend rewşên sextekariyê hatine eşkerekirin.

N.O