Rûsya hejmara kuştiyên xwe di cenga Sûryê de eşkere kir

Serokê Komîteya Berevanî û Ewlehiyê di Encûmena Yekîtiya Rûsya de ragihand, ku ji destpêka operasyonên Artêşa Rûsî di li Sûryê û heya niha, 112 serbazên wan li wî welatî hatine kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serokê Komîteya Berevanî û Ewlehiyê di Encûmena Yekîtiya Rûsya de ragihand, ku ji destpêka operasyonên Artêşa Rûsî di li Sûryê û heya niha, 112 serbazên wan li wî welatî hatine kuştin.

Bi gotina wî berpirsê Rûsî: Piraniya wan serbazan, di encama ketina herdu firokeyên N-26 û Il-20 de hatine kuştin.

Heman berpirsê Rûsî eşkere kir, ku Rûsya 8 firokeyên cengî û 7 helîkopter li Sûryê jidest daye.

Li aliyekî din Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku di 3 salên operasyonên Rûsî de li Sûryê, bêtirî 18 hezar kesan hatine kuştin û nêzîkî 8 hezar ji wan sivîl in.

N.O