Amerîka hêza xwe li Sûriyê zêde dike

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis radigihîne, di çarçova şerê li dijî terorê de, welatê wî dixwaze hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyê zêde bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis radigihîne, di çarçova şerê li dijî terorê de, welatê wî dixwaze hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyê zêde bike.

James Mattis li Parîsê di konferanseke rojnamevanî ligel Hevposta xwe Fransî Florence Parly de ragihand, divê rêkarên ewlehiyê werin girt, ji bo DAIŞ venegere Sûriyê.   

Diyar kir jî, hîna ji sedî 2 ji xakê di destê DAIŞê de maye. Şerê li dijî DAIŞê berdewam e û hîna kedeke zêdetir jê re pêwîst e.

Got jî, navçeyên ku ji destê DAIŞê tên kontrolkirin, ew alîkariyê pêşkêşî wan dikin û encûmenên xwecihî û hêzên xwecihî jê re ava dikin, ta berevaniyê li sivîlan bikin û rê nede DAIŞ vegere.

Li gor zanyariyan, berê nêzîkî 2 hezar û 200 leşker û fermandarên Amerîkî li Sûriyê hene û li rojhilatê çemê Ferêt di şerê li dijî DAIŞê de hevkariyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin.

 

S. B