Sala xwendinê li Herêma Kurdistanê dest pê kir

Îro sala nû ya xwendinê li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê destpê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro sala nû ya xwendinê li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê destpê kir.

Îro demjimêr 8an li hemû dibistanên Herêma Kurdistanê, zenga sala nû ya xwendinê hat lêdan. Îsal zêdetir ji milyonek û 700 hezar xwendekar li dibistanên Herêma Kurdistanê dê bixwînin.

Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê jî hemû pêdiviyên xwendinê ji bo xwendekaran amade kirine.

Wezîrê Perwerdê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di gotarekê de, pîrozbahî li mamosta û xwendkaran kir û aşkere kir ku Hikumeta Herêma Kurdistanê hemû pêdiviên dibistanan amade kirin e.

 

S. B