Dengdan bo hilbijartina Serokomarê Iraqê dest pê kir
Civîna parlemantoya Iraqê bo hilbijartina Serokomarê Iraqê bi amadebûna 254 parlemanteran dest pê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna parlemantoya Iraqê bo hilbijartina Serokomarê Iraqê bi amadebûna 294 parlemanteran dest pê kir.
Postê Serokomarê Iraqê ku ji pişkê Kurd e, 8 Berbijêrên Kurd ên bo posta serokomariyê hebûn, berî destpêkirina civîna Parlemantoyê çendek berbijêran xwe vekişandin.
Li gor zanyariyên K24ê her yek ji Selîm Şoşkeyî, Ebdilkerîm Ebtan, Omer Berzencî û Letîf Reşîd xwe ji berbijarkirina bo postê Serokomariyê vekişandine.
Rikeberiya herî bihêz bo wergirtina posta serokomariya Iraqê di navbera berbijêrê PDKê Fuad Husên û berbijêrê YNKê Berhem Salih de ye.
Tê nûkirin ..