Mesûd Heyder: YNKê fêl kir

Endamê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo Bexdayê Mesûd Mihemed ragihand, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rêkeftina di navaber PDK û YNKê têk da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo Bexdayê Mesûd Mihemed ragihand, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  rêkeftina di navaber PDK û YNKê têk da.

Got jî: “YNKê fêl kir û tiştek li ber çav negirt û ew rêkeftina di navbera PDK û YNKê de binpê kir.”

Ji duhî ve şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê ne, bo guftûgokirina ligel alî û hêzên Iraqî.

Piştî guftûgoyên 24 demjimêran ji guftûgoyan, her du şandên PDK û YNKê li Bexdayê li ser wê yekê rêkeftibûn ku YNKê berbijarê xwe ji bo postê Serokomarê Iraqê vekişîne û Kurd bi yek berbijarî biçe hola parlemantoya Iraqê.

Jêderekî agahdar ji nava parlemantoya Iraqê ji K24ê re ragihand, li gor rêkeftinê her du aliyan Fuad Husên wek berbijarê Kurd bo posta Serokomarê Iraqê be û Berhem Salih vekişe.

Li gor zanyariyan, li hember vekişandina Berhem Salih ji posta Serokomariya Iraqê, PDKê razî bû hin destkeftên din ên serweriyê bide YNKê

Piştî rêkeftinê, zanyariyên ketine dest, YNKê ji wê rêkeftinê poşman bû û daxwaz kirk u posta Serokomartiyê 50 bi 50 bê dabeşkirin û PDK 2 salan û YNKê 2 wê postê werbigire.

Poşmanbûna YNKê di demekê de bû, proseya dengdanê bo posta Serokomar li parlemantoya Iraqê dest pê kiribû.

Di wê derbarê de, Serok Barzanî peyamek belav kir û got: Birêveçûna niha ya hilbijartina Serokomarê Iraqê berûvajî nerîta ku hilbijartinên gerên berê bûbû hat peyrewkirin, yan diviyaba berbijarê Kurd ji nava mezintirîn komê ve bihatabe berbijêrkirin, yan jî firaksiyonên Kurdî yekalî kiribana.

Serok Barzanî got: “Ew mîkanîzma niha bi ti awayekî nayê qebûlkirin û di dahatûyeke nêzîk de helwesta me dê hebe.”

 

S. B