Serok Barzanî mîkanîzma hilbijartina Serokomariyê Iraqê red dike
Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, birêveçûna niha ya hilbijartina Serokomarê Iraqê li dijî nerîta ku hilbijartinên gerên berê bûbû hat peyrewkirin, yan diviyaba berbijarê Kurd ji nava mezintirîn komê ve bihatabe berbijêrkirin, yan jî firaksiyonên Kurdî yekalî kiribana.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, birêveçûna niha ya hilbijartina Serokomarê Iraqê berûvajî nerîta ku hilbijartinên gerên berê bûbû hat peyrewkirin, yan diviyaba berbijarê Kurd ji nava mezintirîn komê ve bihatabe berbijêrkirin, yan jî firaksiyonên Kurdî yekalî kiribana.
Serok Barzanî got: “Ew mîkanîzma niha bi ti awayekî nayê qebûlkirin û di dahatûyeke nêzîk de helwesta me dê hebe.”
Deqa peyama Serok Barzanî wiha ye:
Birêveçûna niha ya hilbijartina Serok Komarê Iraqê berevajiya wê nerîtêye ku ji bo hilbijartina Serok Komar ji gerên derbasbûyî hatiye peyrew kirin. Yan diviya kandîdekî Kurd li nav mezintirîn kutle bihata berbijêr kirin yan jî fraksiyonên Kurdan yek alî bikiran.
Ew aliyeta niha, bi tu awayekî nayê qebul kirin û li paşarojeke nêzîk da helwesta me dibe.
Mesûd Barzanî
02.10.2018