Rûsya mûşekên S 300 radestî hikûmeta Sûriyê kir
Rûsya mûşekên S 300 radestî hikûmeta Sûriyê kir, û niha artêşa wî welatî liser bikaranîna wan mûşekan rahênanan dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya mûşekên S 300 radestî hikûmeta Sûriyê kir, û niha artêşa wî welatî liser bikaranîna wan mûşekan rahênanan dike.
Di civîna Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin digel endamên Encumena Ewleyî ya Neteweyî ya Rûsyayê de, Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sêrgey Şoygû ragihand, Rûsya proseya radestkirina mûşekên S 300 ji bo artêşa Sûriyê bidawî kiriye, û niha dest bi rahênana artêşa Sûriyê liser bikaranîna wan mûşekan dikin.
Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê diyar jîkir, Rûsya 49 parçe ji pêdiviyên leşkerî ji mûşekên S 300 û alavên birêvebirinê radestî artêşa Sûriyê kiriye, û ew dê di dema sê mehan de, artêşa Sûriyê li ser bikaranîna mûşekan rahênan bikin.
Roja 24ê Îlon a borî, Serokê Rûsyayê Vladîmir Putin biryara dayîna mûşekên S 300 ji bo Sûriyê da bû.
C.B