El-Muelim: Divê Kurd li himêza dewleta Sûryê vegerin
Welîd El-Muelim: Amerîka nikare heya dawî piştevaniya xwesteka cudabûnê li cem hin girûpên Kurdî bike yan jî rewşeke nû li ser axa Sûryê bisepîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Derve yê Sûrya Welîd El-Muelim ragihand, qunaxa dawî ya cenga Sûryê, wê kontrolkirina rojihlatê Çemê Firatê û Minbicê be.
Welîd El-Muelim di hevpeyvînekî de, li gel kenaleke Lubnanî ragihand, ku ne hemû Kurdên li rojhilatê Çemê Firatê dijîn, piştevaniya Amerîka dikin û got: Hin girûp û partiyên mezin yên Kurdî hene pêwendiya li gel Amerîka red dikin û dixwazin tevlî dewleta Sûrî bibin.
El-Muelim diyar kir, ku Amerîka nikare heya dawî piştevaniya xwesteka cudabûnê li cem hin girûpên Kurdî bike yan jî rewşeke nû li ser axa Sûryê bisepîne û got: Kurd beşek ji Sûryê ne û vegera wan ji bo himêza dewleta Sûrî karekî bingehîne û divê ew jî mifayê ji ezmûnên xwe yên berê bikin.
N.O