HSD: Em di her demê de amade ne bi rêjîmê re gotûbêjan bikin

Hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Emîna Umer ragihand, ku bi armanca dîtina çareyeke siyasî, ew di her demê de amide ne li gel rêjîma Sûryê gotûbêjan bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Emîna Umer ragihand, ku bi armanca dîtina çareyeke siyasî, ew di her demê de amide ne li gel rêjîma Sûryê gotûbêjan bikin.

Emîna Umer diyar kir, ku di baweriya wan de gotûbêjên siyasî riya herî serketî ye ji bo bidawîkirina kirîza Sûryê û tekez kir, ku ew di her demê de amade ne gotûbêjan di çarçoveya çareyên siyasî de, li gel rêjîma Sûryê bikin.

Herwiha Umer behsa wê yekê jî kir, ku wan vexwendina rêjîma Sûryê bicî kir, lê ti encam ji civîna wan a li Şamê derneketiye.

Di 27 Tîrmeha îsal de, li ser vexwendina rêjîma Sûryê, Encûmena Sûrya Demokrat, li Şamê li gel hin berpirsên rêjîma Sûrya civiya, lê civîna wan bê encam bidawî hat.

N.O