Rûsya bersiva "gefên" Amerîka dide
Nûnera Amerîka di NATO de: Rûsya bi nihênî mûşekên qedexekirî pêş dixe û heger ew vî karê xwe ranewestîne, wê Amerîka êrîşî bingehên Rûsî bike.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova, bersiva daxuyaniyên nûnera Amerîka di Hevpeymaniya NATOyê de (Kay Bailey Hutchison) da, ku berî niha gefa encamdana êrîşeke serbazî li dijî Rûsya kiribû, heger Mosko li ser pêşxistina mûşekên qedexekirî berdewam be.
Maria Zakharova ragihand, ku ew kesên van daxuyaniyan didin, hest bi berpirsatiyê nakin û nizanin çend awayê daxuyaniyên wan metirsîdar e.
Berî niha nûnera Amerîka di Hevpeymana NATO de ragihandibû, ku Rûsya bi nihênî mûşekên qedexekirî pêş dixe û heger ew vî karê xwe ranewestîne, wê Amerîka êrîşî bingehên Rûsî bike.
Bi gotina nûnera Amerîka, di sala 1987an de, Washington û Mosko rêketinek îmze kiribûn, ku pêşxistina mûşekên bibask rawestînin, lê niha Mosko wê rêketinê binpê dike.
N.O