Komisyona Hilbijartinan: Me 425 gilîname wergirtiye
Hendirên Mihemed: Bi riya parêzerên Komisyonê, emê rêkarên pêwîst li dadgehê li hemberî wan hêzên ewlekariyê bigrinber, ku destdirêjî li karmendên me kirine.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Hendirên Mihemed di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku 425 gilîname li ser piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de hatine tomarkrin.
Hendirên Mihemed diyar kir, wan komîteyek lêkolînê derbarê êrîşên hêzên ewlehiyê li ser karmendên Komisyonê pêk aniye.
Mihemed tekez kir, ku ewê bi riya parêzerên Komisyonê rêkarên pêwîst li dadgehê li hemberî wan hêzên ewlekariyê bigrinber, ku destdirêjî li karmendên Komisyonê kirine.
N.O