Esed: Lîstik hat guhertin û hindik maye ceng bidawî bê
Serokê Sûryê Beşar Esed ragihand, ku di pêşerojeke gellekî nêzîk de, ewê cenga li dijî terorîstan bidawî bînin û ewê rola bihêz ya Sûryê di cîhana Erebî de vegerînin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Sûryê Beşar Esed ragihand, ku di pêşerojeke gellekî nêzîk de, ewê cenga li dijî terorîstan bidawî bînin û ewê rola bihêz ya Sûryê di cîhana Erebî de vegerînin.
Beşar Esed di hevpeyvînekê de, ji rojnameya (El-Şahid) a Kiwêtî re diyar kir, ku di demeke nêzîk de, ewê serwerî û yasayên Sûryê li ser tevahiya axa Sûryê bisepînin û got: Em bostekê ji axa Sûrî ya Erebî ji derveyî serweriya niştimanî nahêlin.
Herwiha Esed diyar kir, ku di navbera Sûryê û hejmarek mezin ji welatên Erebî de, têgihiştin çêbûye û hin welatên Rojavayî jî dixwazin dubare balyozxaneyên xwe vekin.
Derbarê rola Rûsya, Esed zelal kir, ku Rûsya bi hevkariyê li gel Çîn û Hindistanê û hin welatên dost, rola xwe li Rojhilata Navîn sepandiye û di pêşerojê de, wê balansa hêzê di berjewendiya Rojhilata Navîn de bê guhertin.
Ev bû nêzîkî 8 salan, cengeke xwînewî li Sûrya berdewam e, ku heya niha bi sed hezaran welatî ji encama wê hatine kuştin û bi milyonan meşext û penaber bûne û li gorî raporên Netewên Yekgitî, pêwîstiya avakirina Sûrya bi 150 milyar Dolar heye.
N.O