Fransa: Îran li pişt hewldana êrîşa terorî ye
Fransayê piştî dîvçûnan diyarkir ku, li pişt vê hewldanê Hawalgiriya Îranê heye. Wezareta Navxweyî, Aborî û Derve ya Fransayê di daxûyaniyek hevbeş de tometa pêkanîna êrîşê avêtin ser Îranê
K24 – Navenda Nûçeyan
Di meha Hezîran a îsal de berpirsên Belçîkayî ragihandibûn ku, li bajarê Villepinte yê Fransayê hewldanek êrîşek mezin a terorî eşkere kirin e. Ew êrîş armanca wê Konferansa Rêxistina Mucahinî Xelk bû ye û ew 2 kesên bi tometa pêkanîna vê êrîşê ligel teqemeniyan hatî girtin 2 hevwelatiyê Belçîka yên bi resen Îranî bûn e.
Fransayê piştî dîvçûnan diyarkir ku, li pişt vê hewldanê Hawalgiriya Îranê heye. Wezareta Navxweyî, Aborî û Derve ya Fransayê di daxûyaniyek hevbeş de tometa pêkanîna êrîşê avêtin ser Îranê.
Fransayê, hebûnên 2 hevwelatiyên û Berpirsiyariya Ewleyiya Navxweyî ya Hawalgiriya Îranê li Fransa cemidand. Îranê jî, ji aliyê xwe ve ev tomet redkirin.
C.B