Li Ormiyê 5 welatiyên Kurd hatin bidarvekirin
5 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di zîndana navendî ya Ormiyê de hatin bidarvekirin, ku yek ji nava wan jin bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan
5 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di zîndana navendî ya Ormiyê de hatin bidarvekirin, ku yek ji nava wan jin bûye.
Li gor Rêxistina Hengaw a mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, ew pênc welatiyên Kurd, bi tometa kuştina biqest sizaya bidarvekirinê liser wan hatibû sepandin û duhî di zîndana navendî ya Ormiyê de hatine bidarvekirin.
Wê rêxistinê da zanîn, ku yek ji wan jin bû û wê navê Zeyneb Sikanwend bû. Zeyneb di dema encamdana tawanê de temenê wê 17 salî bû û 7 sal in jî di zîndanê de girtî bû.
Beriya bicihkirina sizayê bi rojekê, Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty International di daxuyaniyekê de, daxwaz ji berpirsên Îranê kiribû, sizaya bidarvekirina Zeynebê rawestînin.
S. B