Teqeyên xweşiyê yên YNKê, 5 welatiyan dike qurbanî

Polîsa Silêmaniya ragihand, ji ber teqeya xweşiyê de li parêzgeha Silêmaniyê de 5 kes bûn qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsa Silêmaniya ragihand, ji ber teqeya xweşiyê de li parêzgeha Silêmaniyê de 5 kes bûn qurbanî.

Rêveberiya Polîsa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, di çend rojên bûrî de û ji ber teqeyên xweşiyê de du welatiyan canê xwe jidest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Daxuyaniyê diyar kir, 4 kes bi tometên teqekirinê hatine desteserkirin û dest bi ser çekên wan de hatine danîn.

Polîsa Silêmaniyê daxwaz ji welatiyan dike, her kesê zanyarî û belge li ser kesên teqe kirine, hêzên polîs agahdar bikin û di heman demê de jî daxwaz ji wan dike li xwe ji teqekirinê bidûr bixin.

Ev di demekê de ye, şeva bûrî, piştî ku parlemantoya Iraqê Berhem Salih wek Serokomar hilbijart, alîgirên YNKê ji ber xweşiyan teqe kirin û welatiyek li Çemçemalê li nava xwe hat kuştin û kesekî din jî li navenda bajarê Silêmaniyê jî hat kuştin.

 

S. B