Li 65 gundên Diyarbekirê hat ragihandin

Qedexeya çûnûhatinê li 65 gundên parêzgeha Diyarbekirê hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya çûnûhatinê li 65 gundên parêzgeha Diyarbekirê hat ragihandin.

Parêzgeriya Diyarbekirê di daxuyaniyekê de li 65 gund û mezrikên navçeyên Licê û Hênê qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand. Qedexe îro ji demjimêr 06:00'an dest pê dike û heta daxuyaniyeke din dê dewam bike.

Parêzgariya Diyarbekirê amaje bi wê kir, li herêmên qedexekirî dê li hemberî hêzên PKK'ê operasyona serbazî dest pê bike.

 

S. B