Li Êlihê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Tirkiye aşkere dike, PKKê li sînorê parêzgeha Êlihê 4 leşkerên Tirkiyê kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye aşkere dike, PKKê li sînorê parêzgeha Êlihê 4 leşkerên Tirkiyê kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar kirin.
Parêzgariya Êlihê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ji ber teqîna bomebeyekê ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû çandin, 4 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Daxuyanî amaje bi wê dike, di çarçova operasyona li navçeya Gercûşê de û dema derbasbûna otombîleke leşkerî, bomeyek ku berê hatibû çandin teqiya.
Ev di demekê de ye, ji destpêka werzê Buhara bûrî ve, artêşa Tirkiyê operasyonên esmanî û bijahî li navçeyên sînorî yên Bakur û Başûrê Kurdistanê zêdetir kirine.
S. B