HSD 15 xalan ji destê DAIŞ derdixe
Navenda ragihandin a Hêzên Sûriya Demokrat di daxûyaniyekê de, pêşhateyên 24 demjimêrên derbasbûyî ji şerê wan ligel çekdarên DAIŞ li rojhilatê çemê Firatê ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
HSD 15 xalan li rojhilatê çemê Firatê ji destê DAIŞ derdixe.
Navenda ragihandin a Hêzên Sûriya Demokrat di daxûyaniyekê de, pêşhateyên 24 demjimêrên derbasbûyî ji şerê wan ligel çekdarên DAIŞ li rojhilatê çemê Firatê ragihand.
Di daxûyaniya HSD de hatiye ku, hêzên wan li mihwerê Bagoz û Hecîn li gundewarê Dêrazorê karîn e 15 xalan ji destê çekdarên DAIŞ derbixin û 18 çekdarên rêxistina navborî bikûjin û hejmarek otomobîlên wan yên leşkerî, ligel balefireke çavdêriyê têk bibin. Herweha Navenda HSD eşkere kir ku, di dema 24 demjimêran de, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî 10 caran baregehên DAIŞ li wê deverê bombebaran kirin.
C.B