Bolton: Îran piştevana serekî ya terorê ye
John Bolton: Ji niha û pêve, di cenga dijî terorê de, emê ne bi tenê şerê rixistinekê bikin, lê emê şerê hemû torên terorê bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkî John Bolton ragihand, ku ji sala 1979an ve, Îran piştevana serekî ya cîhanî ji terora navdewletî ye.
John Bolton diyar kir, ku girûpên terorîst metirsiya herî mezin e li ser sînor û berjewendiyên Amerîka û got: Ji niha û pêve, di cenga dijî terorê de, emê ne bi tenê şerê rixistinekê bikin, lê emê şerê hemû torên terorê bikin.
Li aliyekî din, serokê Amerîka Donald Trump Pirojeyê Netewî yê rûbirûbûna terorê îmze kir û careke din vekişyana Amerîka ji Rêketina Etomî ya li gel Îranê, bi destkefteke mezin, ji bo sînorkirina çalakiyên Îranê di warê terorê de da binavkirin.
Di wî pirojeyê de, çendîn caran navê Îranê û piştevaniya wê ji terorê re hatiye behskirin. Ew piroje ji aliyê Serokê Amerîka ve, hatiye îmzekirin û bi fermî ji aliyê îdara Amerîkî ve, wê kar ji bo bicîkirina wî bê kirin.
N.O