Pentagon: Hemû paytextên Ewropa di armanca mûşekên Rûsî de ne
Admiralekî Amerîkî radigihîne, karînên mûşekên Rûsî “kalibr” sersam in û dikar hemû paytextên Ewropî armanc bigire, NATO jî ji ber wê nîgeran e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Admiralekî Amerîkî radigihîne, karînên mûşekên Rûsî “kalibr” sersam in û dikar hemû paytextên Ewropî armanc bigire, NATO jî ji ber wê nîgeran e.
Fermandarê Hêzên Hevbeş ên NATOyê Admiral James Foggo li Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentago) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Rûsya hêza xwe bi keştiyên bin avê bi pêş ve biriye.
Admiral James Foggo got, 6 keştiyên bin avê yên Rûsî niha li derya Reş û rojhilatê derya Sipî bi çalakî û karînên bilind kar dikin û ew keştî mûşekên “kalibr” ên dûravêj hilgirtine.
Li ser pirsa ku ew keştiyên Rûsî dê bandore li çalakiyên deryayî yên Amerîkî bikin, yan Amerîka dê tedbîran ji bo wan bigire, wî Admiralê Amerîkî got, Ameîrka amade ye berevaniya xwe li hember wan keştî û mûşekan bike, lê ew naxwazin nakokî bi hêzên din re li navçê çê bibe.
Berî demekê, Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê aşkere kiribû, keştiyên wên bi avê bi 100 mûşekên “kalibr” binkeyên teroristan li Sûriyê armanc kiribû.
Li gor nûçeya “RT” sîstema mûşekî ya Rûsî “kalibr” mûşekên “3M-54” ku li dijî keştiyan bikar tê û heta 375 K.M diçin, mûşekên “3M-54” yên dûravêj yên li dijî armancên zemînî û mûşekên “RT91” yên li dijî keştiyên bin avê lixwe digire.
S. B