YNK: Em li bendî ragihandina encûmenên hilbijartinan in

Civata Serkirdatiya YNK ragihand, ku di dema ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan de, ewê helwesta xwe ya dawî rabigehînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Civata Serkirdatiya YNK ragihand, ku di dema ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan de, ewê helwesta xwe ya dawî rabigehînin.

Îro civîna Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bidawî hat û di daxuyaniyekê de, tekezî li ser pêwîstiya temamkirina rêkarên yasayî û hunerî yên girêdayî hilbijartinan ji aliyê Komisyonê ve kir, bi awayekî ku bêalî û li ser bingehên yasayî be.

Herwiha Encûmena Serkirdatiya YNK ragihand, ku ew hemû corên sextekarî û êrîşkirinê li ser YNK red dikin.

Di daxuyaniyê de, hatiye ku di dema ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan de, wê YNK helwesta xwe ya dawî rabigehîne.

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin, ku ew rijd in li ser mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û normalkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî.

N.O