Ozçelîk banga yekrêziya aliyên Bakur dike

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, li ser rojevên sereke yên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, li ser rojevên sereke yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye da çapemeniyê.

Mustafa Ozçelîk di daxuyaniyê de rexne li rayedarên dewlet û hikûmeta Tirkiyê girt û got, ku mafên sereke yên Kurdan ziman û nasnameya wan e, divê bê şert û merc werin qebûlkirin.

Her wiha Ozçelîk rexne li PKK'ê jî girt û got, li Bakurê Kurdistanê bingeha şer nemaye, lewra bi keda Kurdan siyaset bi pêş ketiye û divê mafên Kurdan bi rêya siyasetê werin bidestxistin.

Serokê Giştî yê PAKê tekezî li ser yekrêziya Kurdî kir û got: “Divê em hemû aliyên Kurdî li hev rûnin û li ser bernameyeke maqûl lihev bikin û bi dewletê re danûstandinê bikin.”

 

 

S. B