PDK: Em karên cidî bo pêkanîna Hikûmeta Kurdistanê dikin

Berpirsê Pêwendiyên Niştimanî yên PDK: Emê bizavan bikin di kabîneya Hikûmeta dahatî de, pêwendiyên xwe bi welatên derdorê re bihêztir bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên Niştimanî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Hisên ji K24ê re ragihand, ku ew karên cidî dikin, ji bo Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de were pêkanîn.

Elî Hisên ku bi serdaneke fermî li Enqera paytexta Tirkiyê ye, di daxuyaniyeke taybet de, ji K24ê re diyar kir, ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, serkeftî bûn û dengvedana wan li ser astê Herêma Kurdistanê û Iraqê baş bû û got: Em bizavên cidî dikin ji bo Hikûmeta nû zû were pêkanîn.

Herwiha da zanîn, ku ewê bizavan bikin di kabîneya Hikûmeta dahatî de, pêwendiyên xwe bi welatên derdorê re bihêztir bikin, bi taybetî bi Tirkiye re, hem li ser astê Hikûmetê hem jî li gel aliyên siyasî yên wî welatî û bigotina wî: Tirkiye di warê abûrî û siyasî de, welatekî giring e û ji ber ku cîrana Herêma Kurdistanê ye, berjewendiyên wê yên hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê re heye.

Berpirsê Pêwendiyên Niştimanî yên PDKê got jî: Di kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de jî, em bizavan dikin ku rola me wek Kurd û bi taybetî wek PDKê hebe.

Roja 30ê Êlûna derbasbûyî hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê birêve çûn, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê jî, heya niha ji sedî 85 ji encamên dengdanê ragihandiye.

Li gorî encamên hatine ragihandin, PDKê 44 kursî, YNKê 21 kursî, Tevgera Goranê 12 kursî, Nifşê Nû 8 kursî, Komela Îslamî 7 kursî û Hevpeymaniya Ber bi Îslahê ve 5 kursî bidest xistine.

S.B