Pentagon: Hevpeymaniya Navdewletî çekên xwe aşkere nake

Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bi aşkere behsa cureyên çekê xwe yên li Sûriyê bikar tîne nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bi aşkere behsa cureyên çekê xwe yên li Sûriyê bikar tîne nake.

Peyvdarê Pentagonê ji ajansa “Novosti” a Rûsî ragihand, ew cureyên çekên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Sûriyê bikar tên aşkere nakin. Tekez kir jî, hemû cureyên çekan li gor pîvanên navdewletî ne

Ajansa “SANA” a Sûrî belav kiribû, Hevpeymaniya Navdewletî bi çekê Fosfora Sipî (White phosphorus) êrîşê bajarokê Hecîn a 110 K.M li rojhilatê Dêrazorê kiribû û hejmarek ji sivîlan jî bûbûn qurbanî.

Bombeyên Fosfora Sipî li gor protokola girêdayî bi rêkeftina Cenêvê ya sala 1949an ji çekên qedexekirî ye û nebe were bikaranîn.  

 

S. B