Îbrahîm Caferî ji bo rewşa ewlehî û siyasî gihîşt Şamê

Wezîrê Dever yê Iraqê Îbrahîm Caferî bi serdanekê gihîşte Şamê paytexta Sûriyê û dê ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dever yê Iraqê Îbrahîm Caferî bi serdanekê gihîşte Şamê paytexta Sûriyê û dê ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb ragihand, îro Îbrahîm Caferî bi serdaneke fermî gihîşte Sûriyê û dê serdana wî 2 rojan berdewam bike.

Da zanîn jî, Caferî dê ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed û berpirsên pilebilind ên wî welatî rewşa ewlehî û siyasî yên navçê û pêwendiyên dualî guftûgo bike.

Ev serdan piştî wê yekê tê, di destpêka vê mehên de Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim bi awayekî fermî Îbrahîm Ceferî vexwandiû Sûriyê, ji bo vekirina asoyên nû yên hevrêziyê di navbera her du welatan de.

 

S. B