HRW: Hikûmeta Sûryê vegera meşextan asteng dike

Human Rights Watch: Hikûmeta Sûryê nahêle meşextên Qabûn û Dareya vegrin navçeyên xwe, ku berê ew herdu navçe di destê dijberiyê de bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rêxistina (Çavdêrîkirina Mafên Mirovan) Human Rights Watch ragihand, ku Hikûmeta Sûryê astengiyan li pêşya vegera meşextan datîne.

Human Rights Watch diyar kir, ku Hikûmeta Sûryê nahêle meşextên Qabûn û Dareya vegrin navçeyên xwe, ku berê ew herdu navçe di destê dijberiyê de bûn.

Herwiha diyar kir, ku gellek caran Hikûmet rê li ber wan meşextan digire, yan jî xaniyên wan bi yek carî wêran dike.

Bi gotina Cîgira Rêvebira Beşê Rojhilata Navîn di rêxistina navhatî de Lema Feqîh, Hikûmeta Sûryê di bin navê Yasaya Mafên Milkiyetê (Hiqûq El-Milkiye) nahêle xelk vegerin û ev yek berûvajî daxuyaniyên Hikûmetê ne, ku bi awayekî rojanene daxwaza vegera penaber û meşextan dike.

Lema Feqîh daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku hişyarî vê xalê be, dema pirsa jinûavakirina Sûryê, li gel Hikûmetê gotûbêj bike.

N.O