Şam li ber lehiyê çû

Şevê din bi sedema barana zêde û zîpikan, lehî li Şama paytexta Sûrya û gundewarê wê rabû, ji encamê du zarokan canê xwe jidest dan û ziyanên mezin mal û milkên welatiyan hat.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şevê din bi sedema barana zêde û zîpikan, lehî li Şama paytexta Sûrya û gundewarê wê rabû, ji encamê du zarokan canê xwe jidest dan û ziyanên mezin mal û milkên welatiyan hat.

Medya Sûrî ragihand, ku herdu zarok temen 5 û 6 salî bûn, li gundê Dêr Meqren li "Wadî Bereda" li ber lehiyê çûn.

Hevdem diyar kir, ku astê avê li navçeyê bilind bûye û gellek av, herî û kevir ketine nav mal û dikanên welatiyan de.

Çalkvanan gellek girte vîdyo li ser rûpelên malperên pêwendiya civakî belav kirine, ku têde diyar dibe çawa xelk, kelûpel û heya bi otomobêlan jî li ber lehiyê diçin.

N.O