Tirkiye, Fransa, Almanya û Rusya bo Sûriyê kom dibin

Tirkiye, Fransa, Almanya û Rusya îro bi rojeva Îdlib û krîza Sûriyê li Stenbolê kom dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye, Fransa, Almanya û Rusya îro bi rojeva Îdlib û krîza Sûriyê li Stenbolê kom dibin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel, Serokomarê Fransayê Emanuel Macron û Serokê Rûsyayê Vladîmîrî Putîn dê îro li bajarê Stenbolê bi armanca çareyek siyasî  ji krîza Sûriyê û pirsa Îdlibê re bibînin tên ba hev.

Hat zanîn Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ê taybet bo Sûriyê Staffan de Mistura jî dê beşdariya civînê bike.

Ji bo ku krîza Sûriyeyê bi dawî were heta niha bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî hevdîtinên Cinêvê, bi pêşengiya Tirkiye, Rûsya û Îranê hevdîtinên Astanayê û ji bilî van çendîn hevdîtinên navneteweyî hatin kirin.

Lê hin pispor balê dikşînin ser cudahiya ajandayên welatên di wê lûtkeyê beşdar in û dibêjin, Tirkiye dixwaze destkeftiyên xwe yên li Sûriyê biparêze.

 

S. B