Îran: Guhdariya telefona Rûhanî hatiye kirin
Serokê Dezgeha bergiriya sivîl a pasîf a Îranê Gûlamriza Celalî diyarkir ku, telefona destî (mobile telefon) ya Serokomarê Îranê hesen Rûhanî tê guhdarîkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Dezgeha bergiriya sivîl a pasîf a Îranê Gûlamriza Celalî diyarkir ku, telefona destî (mobile telefon) ya Serokomarê Îranê hesen Rûhanî tê guhdarîkirin.
Ligor Ajansa ILNA ya Îranî Celalî ragihandiye, piştî hatî famkirin ku mobiletelefon a Serokomar Rûhanî tê guhdarî kirin, ew niha kar dikin telefonek ku nikar bê guhdarîkirin ji Serokomar re çêbikin.
Çawa hatiye famirin ku, mobiletelefon a Rûhanî hatiye guhadrî kirin, Celalî tu agahî nedan, lê anî ziman ku kar dikin telefonek destî/mobile yak u nikare bê guhdarî kirin dê ji Serokomar re çêbikin.
Dezgeha bergiriya sivîl a pasîf a Îranê girêdayî Serfermandariya Serbazî ya Îranê ye.
C.B