Zanyariyên hewlagirî li ser Trump hatin eşkerekirin

Dezgeha Hewlagiriya Czechoslovakia di serdema desthilatdariya Şû`î de, doseya Donald Trump li cem xwe paratibû, bi taybet dema ku di sala 1978an de, li gel welatiya Czechoslovaki Ivana Marie hevserî kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Dezgeha Hewlagiriya Czechoslovakia di serdema desthilatdariya Şû`î de, doseya Donald Trump li cem xwe paratibû, bi taybet dema ku di sala 1978an de, li gel welatiya Czechoslovaki Ivana Marie hevserî kir.

Li ser vê mijarê, serokê berê yê Dezgeha Hewlagiriya Czechoslovakia ji medya welatê xwe re ragihand, ku Trump di wê demê de, li ber çavên wan bû û got: Me zanîbû ku Trump kesekî xwedî bandor e û ti carî wî venedişart ku ew dixwaze bibe serok. Gellekî ji me re giring bû ku em gellek tiştan li ser Trump nas bikin.

Li gorî hatiye belavkirin, ku ji sala 1986an ve, Trump xwestiye xwe ji bo serokatiyê berbijar bike, lê piştre wî dev ji wê xwesteka xwe berda, ji ber ku temenê wî di wê demê de 41 sal bû û dîtibû ku hîn zûye ji serokatiyê re.

Hevjîna Trump ya Czechoslovaki Ivana Marie, 14 salan bi wî re ma û 3 zarok jêre anîn, ku ew jî her yek ji: Donald Johin Trump Jr, Ivanka Trump û Eric Frederick Trump. Piştre di sala 1992an de, Trump û Ivana ji hev cuda bûn.      

N.O