Hikûmeta Kurdistan: Nêzîk emê li gel Bexdayê lihev bikin
Sikirtêrê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihand, ku di demeke nêzîk de, wê Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kerkûkê lihev bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Sikirtêrê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihand, ku di demeke nêzîk de, wê Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kerkûkê lihev bikin.
Berî niha kunsulê giştî yê Birîtanya li Hewlêrê daxwaz kiribû, ku Hewlêr û Bexda li ser pirsa hinardekirina petrola Kerkûkê lihev bikin û di bersiva xwe de li ser wê daxwazê, Amanc Rehîm li ser Twitter a xwe nivîsiye: Nêzîk Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê li ser hinardekirina petrola Kerkûkê lihev bikin.
Piştî sepandina qunaxa diwem ya sizayên Amerîkî li ser Îranê, Washington fişarên xwe li ser Hewlêr û Bexdayê zêde kiriye, daku derbarê hinardekirina petrola Kerkûkê bi riya boriya Kurdistan-Tirkiye li hev bikin û di dema derbasbûyî de, çendîn civîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li ser vê pirsê hatin lidarxistin.
N.O