Kesatî û çalakvanekî Besra hat kuştin

Piştî revandina wî ji aliyê girûpeke çekdar ve, nûçeya kuştina kesatî û çalakvanê Besra (Şêx Wîsam Xerawî) belav bû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî revandina wî ji aliyê girûpeke çekdar ve, nûçeya kuştina kesatî û çalakvanê Besra (Şêx Wîsam Xerawî) belav bû.

Çendîn jêderan, ji medya Iraqî re ragihandin, ku hin çekdarên nenaskirî piştî ku teqe li mala kesatiya navdar û çalakvanê Besra Şêx Wîsam Xerawî kirin, ew revandin û piştî demekê ew kuştin.

Berî niha Şês Wîsam Xerawî, bi awayekî ber biçav beşdarî xwepêşandanên Besra dibû û gellek rexne li siyaseta Hikûmeta xwecihî û ya nawendî dikir û li dijî gendeliyê radiwestiya û daxwaza pêkanîna hêzeke çekdar dikir, daku li dijî binpêkirin û zordariya Hikûmeta Bexdayê raweste û dida xuyakirin ku pêkanîna wê hêzê, wê rê li ber bicîkirina daxwazên welatiyên Besra veke.

N.O

Fly Erbil Advertisment