Şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Hingaryayê dike
Şandek ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser vexwandineke fermî ji hikûmeta Hingaryayê serdana wî welatî dike û bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya wî welatî re dicive.
K24 – Nvaenda Nûçeyan
Şandek ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser vexwandineke fermî ji hikûmeta Hingaryayê serdana wî welatî dike û bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya wî welatî re dicive.
Berpirsê Yekîneya 70 a Hêzên Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mustefa ji K24ê re ragihand, şanda Wezareta Pêşmerge bi berpirsên Hingaryayê re guftûgoyê derbarê şerê li dijî DAIŞê, rewşa siyasî, ewlehî û warên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî û pêwîstiyên tenduristî ji Wezareta Pêşmerge re dike.
Herwiha da zanîn, Hingarya di warê serbazî û mirovî ve bi berdewamî hevkariya Herêma Kuridstanê kiriye, di vê serdanê de jî daxwaza berdewamiya hevkariyên tenduristî ji Wezareta Pêşmerge re dikin.
S. B