Dihok: Dest bi parvekirina pereyê genimê sala 2025ê yê cotkaran tê kirin

Nazim Mihemed
Nazim Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Parêzgeha Dihokê parvekirina qonaxa heştê ya çekên mafên darayî yên sala 2025ê yên wan cotkaran dest pê kir ên ku berhemê genimê xwe radestî sayloyan kiribû. Herwesa biryar li ser xerckirina wecbeya yekê ya pereyê genimê sala 2026ê jî hatiye dan, ku pişka Dihokê tê de zêdetirî çar milyar û 780 milyon dînaran e û di demeka nêzîk de piştî gehiştina dravî dê bê parvekirin.

Birêveberê Sayloyên Dihokê Nazim Mihemed îro Yekşemê, 11ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Qonaxa heştê ya parvekirina çekê mafên wan cotkaran kete rewşa bicihanînê yên ku di navbera 26ê Hizêranê heta 7ê Tîrmeha 2025ê de genimê xwe radestî sayloyan kiribû.”

Birêveberê Sayloyên Dihokê amaje bi wê yekê jî kir ku biryar li ser xerckirina wecbeya yekê ya mafên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê bo sala 2026ê jî hatiye dan, ji wê rêjeyê çar milyar û 780 milyon dînaran bo cotkarên Parêzgeha Dihokê ye.

Behsa wê yekê jî kir ku her dema ku wecbeya yekê ya mafên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê bo sala 2026ê kete ser hesabê Birêveberiya Bazirganî ya Dihokê, ew jî dê dest bi parvekirina wê bikin.

Ev jî di demekê de ye ku Wekîlê Wezareta Bazirganî û Pişesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serwer Hawarî li roja Pêncşemê, 8ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihandibû ku biryar li ser xerckirina wecbeya nehê û dawiyê ya mafên darayî yên cotkaran bo sala 2025ê hatiye dan, ku rêjeya wê heft milyar û 736 milyon û 857 hezar dînar in.

Her sal cotkarên Herêma Kurdistanê berhemê genimê xwe radestî sayloyên girêdayî Wezareta Bazirganiyê dikin û li beranber jî mafên darayî werdigirin. Proseya parvekirina pereyên cotkaran gelek caran bi çend qonax û wecbeyên cuda cuda tê kirin, ev jî li gorî wê nextîne û budceya ku li ber dest e.