Hewlêr û Hêlsinkî girîngiya bihêzkirina peywendiyên dualî tekez dikin

Mesrûr Barzanî û Antti Putkonen
Mesrûr Barzanî û Antti Putkonen

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Fînlendayê li Îraqê dîtin û nerînên xwe li ser pêdivîtiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê wek pêngava yekê ya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê li hev guhartin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşem, 11ê Cotmeha 2026ê, pêşwazî li Balyozê Fînlendayê li Îraqê Antti Putkonen kir.

Li gorî daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de her du aliyan tekez li ser giringiya xurtkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fînlendayê kir.

Herwesa dîtin û nerînên xwe li ser pêdivîtiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê wek pêngava yekê ya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê li hev guhartin.

Çareserkirina arîşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û giringiya rêzgirtina li mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî pişka budceya Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya 2027ê de li gorî rêjeya %14 ya xwecihên Herêma Kurdistanê, ku encama fermî ya pejirandî ya serhejmêriya 2024ê ye, tewerekî dî yê nîqaşên navbera wan bû.