Li Kerkûkê sê kes bi tometa sextekarî û wergirtina bertîlan hatin bindestkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Destpakiyê ya Federal ragihand ku li Kerkûkê sê kes bi tohmeta sextekariyê, gefxwarin û wergirtina bertîlan hatine bindestkirin.
Desteya Destpakiyê ya Îraqê îro Yekşemê, 11ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku li Kerkûkê dest bi ser dosyeyeka rêkexistî ya sextekirina rûpelên xanenişîniyê di Desteya Nîştimanî ya Xanenişîniyê de girtiye, ku di wê dosyeyê de mûçeyên xanenişîniyê û cudahiya darayî berevajî qanûnê hatibûn xerçkirin.
Desteya navbirî ron jî kir ku hejmareka fermanberên Desteya Xanenişîniyê bi hevahengî ligel çend parêzer û nûnerên dosyeyan yarî bi rûpelan kirine û du tohmetbar di wî warî de hatine bindestkirin, ku bi rengekê neqanûnî dest bi ser 84 milyon dînaran de girtiye wek mûçeyên xanenişîniyê yê li ser hev kombûyî bi navê welatiyekî.
Di operasyoneka dî de, tîma Nivîsîngeha Lêkolînan a Kerkûkê endamekî Birêveberiya Polîsên Kerkûkê bindest kir, ku di pişka veguhastina zîndaniyan de erk pê hatibû spartin. Ew tohmetbar di dema wergirtina bertîlan de hat bindestkirin, ku wek navbeynkar bo keysekê gefxwarin û daxwazkirina pereyan ji zîndaniyekî kar kiribû, li beranberî wê yekê ku wî zîndanîyî ji cihê girtina wî bo cihêkî dî veguhêze.
Desteya Destpakiyê diyar jî kir ku dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê ya girêdayî dosyeyên destpakiyê biryar da ku tohmetbarên bindestkirî li gorî madeyên 289 û 298an ji Qanûna Cezayan û biryara 160ê ya sala 1983ê ya guhartî bên rawestandin.