Li Çemçemalê 7 kes ji yek malbatê canê xwe jidest dan

Di bûyereke şewatê de li bajarokê Çemçemalê 7 kes ji yek malbatê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di bûyereke şewatê de li bajarokê Çemçemalê 7 kes ji yek malbatê canê xwe jidest dan.

Rêveberiya Polîsa Parêzgeha Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva bûrî li Çemçemalê ji ber şortê eliltirîkê agir bi malekê ket û 7 endamên yek malbatê canê xwe jidest dan.

Polîsa Silêmaniyê amaje bi wê da, piştî gihîştina hêzên polîsê û tîmên firyadguzariyê, termên qurbaniyan bo nexweşxanê hatin veguhastin, ji bo lêkolînên zêdetir di bûyerê de bên kirin.

Diyar kir jî, ew malbat Ereb e û koçberî Çemçemalê bûye, 7 kesan ku ji nava wan 3 zarok in, ji ber dûmanê agir xeniqîn.

  

 

S. B