Serok Barzanî ji perlemanterên PDKê re: Bi xizmetkirinê bersiva baweriya xelkê bidin
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gel perlemanterên PDK yên Perlemana Kurdistanê civiya û ji wan daxwaz kir, bi xizmetkirina gelê Kurdistanê, bersiva baweriya xelkê bidin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gel perlemanterên PDK yên Perlemana Kurdistanê civiya û ji wan daxwaz kir, bi xizmetkirina gelê Kurdistanê, bersiva baweriya xelkê bidin.
Li gorî nûçeyeke malpera fermî ya Serok Barzanî, îro Çarşemê 21/11/2018an, li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî li gel serok û endamên firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Perlemana Kurdistanê de civiya.
Di civînê de Serok Barzanî ronahî xist ser pêşhatên siyasî yên dawî li Kurdistan û Iraqê û behsa referandûm û bûyerên piştî referandûmê û herdu hilbijartinên Perlemana Iraqê û ya Kurdistanê kir û ragihand, ku giringiya biserketina PDK di hilbijartinên Iraqê de, di wê yekê de bû, ku hêz û pêgeha PDK li nav Kurdistan û Iraqê ji hemû aliyan re da xuyakirin û ji bilî hebûna kêşe û giriftên zêde û dorpêçê û bûyerên Cotmeha 2017an, lê PDK karî bibe partiya yekem li ser astê Iraqê û ew biserketineke mezin bû ji PDK re û sedema wê biserketinê, li helwestên PDK û wefaya gelê Kurdistanê beranber PDKê vedigere.
Di dirêjiya axaftina xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku biserketina PDK di hilbijartinên Kurdistanê de, destê PDK vedike ku kar ji bo Kurdistaneke bihêz û guhertineke bingehîn bike.
Serok Barzanî sipasiya gelê Kurdistanê kir ku dubare bawerî bi PDK da û tekez kir, ku pêwîst e PDK û Endamên Firakisyona PDK di Perlemana Kurdistanê de, li gorî baweriya xelkê bin û bersiva wefa û baweriya xelkê bi xizmetkirina gelê Kurdistanê bidin.
Serok Barzanî ji endamên firakisyona PDKê xwest, ku daxwazên xelkê bi giringî werbigirn û ji êş û azarên xelkê fêm bikin û xwe ji muzayedeyan dûr bigirin.
Derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Serok Barzanî diyar kir, ku ew hêvîdar e, niyeteke pak li cem hemûyan hebe di piroseya siyasî ya Iraqê de û pêbendî bi hersê pirensîpên: Hevparî di hukimdariyê de û lihevkirin di yasadanînê de û hevsengî di dezgehên Hikûmî de hebe.
Derbarê Kerkuk û navçeyên din ên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst e sepandina defaktoya serbazî ya niha li wan navçeyan heye, bidawî bê û berdewambûna rewşa niha nayê qebûlkirin.
Herwiha di civînê de, derbarê çawaniya karkirina firakisyona PDK û hêlên giştî yên siyaseta PDKê derbarê Hikûmeta pêşarojê û piroseya siyasî, Serok Barzanî şîret û nerînên pêwîst ji bo amadebûyên civînê re pêşkêş kir.

N.O